Di sala 1999 an de, Yekîtiya Miletan roja 25 meha 11 an kire roja cîhanî ji bo têkbirin û bidawîanîna zorê li dijî jinê û her sal bi vê helkeftinê vê rojê bi çalakiyan bi bîr tênê.
Mixabin li seranserî cîhanê bi milyonan jin dikevine ber zor û tundûtûjiyê , ko dibe sedemê nexweşiyên siyasî, aborî û civakî ko bandoreke pir xirab li hemî aliyên jiyanê dikê. Loma em pir pêwîst zanin ko ev zor bi timamî raweste.
Lê dîsa jî mixabin ko bi ser hemî hewildanên navnetewî yên ji dil bo rawestandina zorê li himber jinê lê hîna ev zor didome.
Jina Kurd jî weke hevalên xwe di cîhanê de zor li himber wê tê bi kar anîn, lê jina kurd du caran tûşî zor û tundiyê dibe, yekem ji ber ko kurd e û diwem ji ber ko jin e.
Em weke komela Västerås yan jina kurd piştgîriya kampaniya cîhanî ya îsal dikin ko 16 roj in, di bin slogana:
” yek bin ji bo dawîanîna zor û tundiyê li himber jinê û em cîhanê porteqalî bikin ”.
Her weha bi hemî hêza xwe emê bi xebitin ji bo bidawîanîna zorê li dijî jina kurd û hemî jinên cîhanê.

Turkan Haco
Seroka Komela jinên Kurd li Västerås.
25/11-2019

Go Top